Têkilîya Nefs û Bedenê
Authors : Şeyhmus ORKIN
Pages : 559-571
Doi:10.18506/anemon.285549
View : 9 | Download : 4
Publication Date : 2017-07-01
Article Type : Other Papers
Abstract :Mijara nasîna nefsê, ji demên berê ve hem di navbera feylesofan û ehlê kelamê de û hem di temamê dînan de cihekî muhim girtîye û nasîna nefsê di vê çarçoveyê de wekî mifteya nasîna Heq (Xweda) û axiretê hatîye zanîn. Ev mijar, li şerqê û li xerbê bi heman şêweyî nehatîye nirxandin. Di vê navberê de Îbnî Sîna eql bi tevahî mucerred zanîye û ji ber ku nefs jî ji karên eqlî ye, nefs jî mucerred qebûl kirîye. Ya muhim ev e ku çawa ev hêmana mucerred bi bedena maddî re têkilî datîne. Lê belê Molla Sedra, li ser esasê hereketa cewherî qani’ bû ku nefs, di destpêkê de cism e û nefs û beden bi hev ve girêdayî ne. Di encamê de, li gorî nêrîna Hekîm Muderris Zunûzî, têkilîya nefsê bi bedenê re li ser terkîba yekîtîyê pêk tê.Keywords : Nasîna Nefsê, Nefs, Beden, Mucerred, Maddî, Hereketa Cewherî, Destpêka Nefsê