- Folklor u Ziman
- Volume:1 Issue:2
- Berawirdeka Dengnasî di Navbera Kurmancîya Xorasanê û Kurmancîya Bakurî da
Berawirdeka Dengnasî di Navbera Kurmancîya Xorasanê û Kurmancîya Bakurî da
Authors : Mehdi JAFARZADEH
Pages : 123-134
View : 12 | Download : 6
Publication Date : 2020-10-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev xebat dixwaze kurmancîya Xorasanê, bi kurmancîya standard ya bakurî ve bide ber hev û analîz bike. Kurdên Xorasanê bi devoka kurmancîya bakurî diaxivin. Kurdên wê herêmê li du parêzgehên Xorasana Bakurî û Xorasana Rezewî niştecih bûne. Li gor texmînên nefermî nifûsa kurdên wê herêmê ji milyonek kesî zêdetir e. Li vê herêmê gelek etnîk wekî kurd, tat, faris, tirk, lor, tirkman û belûç dijîn. Wisa xuya ye ku piranîya van etnîkan ji deverên din hatine û li Xorasanê bi cih bûne. Pirrengîya etnîkî di herêmê da hin bandor li ser zimanê kurdî danîne. Ev xebat dê nîşan bide bê ka guherînên dengnasîyê bi çi rengî di kurmancîya Xorasanê da pêk hatine.Keywords : dengnasî, zimanê kurdî, kurdîya kurmancî, lurmancîya xorasanê