VEGÊRANA WELATPERWERÎYÊ Û FÊHMA ZIMAN DI HELBESTA ŞIKOYÊ HESEN DE
Authors : Ahmet SEYARİ
Pages : 61-69
View : 15 | Download : 3
Publication Date : 2019-11-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Şikoyê Hesen, kurdekî êzîdî û yek ji helbestvanên qonaxa Kafqasyayê ye. Bi navê “Qalçîçek”, “Tembûra Kurda”, “Meremê Dilê Kurd” sê berhemên wî yên helbestan hene. Di gelek helbestên Şikoyê Hesen de welatperwerî derdikeve pêş û helbestvan hest û nêrînên xwe yên di vî warî de bi vegêranekê di nav helbestên xwe de hunandine. Herwiha fêhm û hişmendîya ziman jî bûye temayeke sereke di helbestên Şiko de. Mijara vê xebatê vegêrana welatperwerîyê û fêhma ziman di helbesta Şikoyê Hesen de ye. Pêşî derbarê jîyana Şikoyê Hesen de agahî hatine dayîn û navên berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin , hatine nivîsandin. Herwiha di helbestên Şikoyê Hesen de vegêranên ku hest û vegotinên welatperwerîyê di wan de derdikevin pêş , hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Piştre helbestên Şikoyê Hesen ku di wan de fêhm û hişmendîya ziman derket i ye pêş hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Ev xebat li ser du berhemên Şikoyê Hesen hatiye kirin. Yek jê berhema bi navê “Tembûra Kurda” , ya din a bi navê “Payîz û Ba” ye.Keywords : Şikoyê Hesen, helbest, vegêrana welatperwerîyê