MIRINA ZIMANAN
Authors : Salih KARAASLAN
Pages : 287-292
View : 8 | Download : 6
Publication Date : 2021-04-30
Article Type : Other Papers
Abstract :David Crystal dibêje heger ku zimanek, kesek tenê jî pê biaxive, ew ziman dijî. Lê heger ku ew kes bimire û pişt re tu kesên ku bi wî zimanî biaxivin nemînin, ew ziman jî dimire. Di dîroka mirovahîyê de hertim ziman mirine, lê tucarî mirina zimanan weke roja me ya îro bilez pêk nehatîye. Bi vê lezgînîyê, wê di sed salên pêşîya me de nîvê zimanên cîhanê bimirin. Ji bo parastina zimanekî tedbîrên fermî yên dewletî hene û tedbîrên şexsî. Dewlet bi îmkanên xwe yên dewletê, dikare ziman biparêze û bi pêş ve bixe. Herweha şexs jî bi bikaranîna zimên di jîyana xwe de, dikare zimên biparêze.Keywords : mirina ziman, parastina ziman, jîyana ziman, sedemên mirina ziman, zimanên cîhanê