NIRXANDINEK LI SER ÇÎROKÊN QEDRÎCAN
Authors : Erdoğan ALPARSLAN
Pages : 176-195
View : 12 | Download : 5
Publication Date : 2021-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Qedrîcan, di sala 1932an da bi çîrokekî di kovara Hawarê da dest bi jiyana xwe ya edebî dike û heta 1972an li sirgûnê jiyana xwe ji dest dide, di kovarên wek Hawar, Ronahî, Roja Nû, Gelawêj û Hiwayê de 14 çîrok, ên din jî helbest, sehitî û gotar nivîsîye. Di vê xebatê da em ê 12 çîrokên Qedrîcan ên di kovarên wek Hawar, Ronahî û Roja Nû da hatine weşandin, ji aliyên cure, teknîkên vegotinê, vebêjer û sekna vêbejer û demê ve vekolînin. Sernavên li çîrokan da derketine pêş, du çîrokên ji çîroknûsên tirk Ömer Seyfettin hatine wergirtin û ên din jî temayên her tim nivîskar di bin bandora wan da dibîne, wek sirgûn, bîr û bîranîn in. Çîrokên Qedrîcan xwediyê binyadeke nûjen in û bi fînalên xwe ve çîrokên balkêş in. Qedrîcan di çîroka kurdî da hostayê fînala ne. Çîrokên wî bi piranî sehneyên ji jiyana wî ne. Ji bo dahûrînên çîrokan, me cih daye jînenîgariya wî jî. Çîrok herwiha hem ``navend-nivîskar`` hem jî ji bi rêketina berhêmên wî yek û yek hatine dahûrîn. Bêjeyên sereke: Sirgûn, bîr û bîranîn, Omer Seyfettin, bandor, fînalKeywords : Sirgûn, Bîr û bîranîn, Ömer Seyfettin, Bandor, Fînal