AMAJE Û ALEGORIYÊN NETEWÎ Û ÇANDÎ DI ÇÎROKSAZÎYA ROMANA DIMDIMÊ YA EREBÊ ŞEMO DE
Authors : Mazhar ÇİFTÇİ
Pages : 113-123
View : 11 | Download : 6
Publication Date : 2021-11-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Romana Dimdimê ya Erebê Şemo an jî bi navê wê yê tam Kela Dimdimê romaneke ku çîroksazîya wê li ser bingeha bûyereke dîrokî û folklorîk a Kela Dimdimê hatîye avakirin. Çîroksazîya romana Kela Dimdimê li ser êriş û dagirkirina Şahê Îranê Şah Ebas ên li ser Kela Dimdimê û berevanî û qehremanîya Xanoyê Çengzêrîn hatîye avakirin. Me di vê xebata xwe de hewl da ku amaje û alegoriyên neteweyîtî, neteweperwerî û kelepûrîyêya Kurd û Kurdistanê di bûyersaziya Kela Dimdimê de û lehengsazîya Xanoyê Çengzêrîn û lehengên din de destnîşan bikin. Her wiha me hewl da ku karîgerîya amaje û alegoriyên neteweyitî û neteweperwerî û kelepûrîyê ya Kurd û Kurdistanê di binbeşên wek leheng, mekan û zeman, ziman û zargotin û civaka Kurdan de jî tehlîl bikin.Keywords : Erebê Şemo, Kela Dimdimê, Xanoyê Çengzêrîn, Şah Ebas, Neteweperwerî