MELA MUHEMMED NÛRÎYÊ HECÎ ‘ÎSÊ Û MESNEWÎYÊN WÎ
Authors : Nesim SÖNMEZ, Cahit TURĞUT
Pages : 1-18
Doi:10.55106/kurdiname.1056617
View : 13 | Download : 4
Publication Date : 2022-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Edebîyat û helbest du nirxên jîyana mirovahîyê yên herî ciwan û rengîn in. Hafizeya miletekê nîsbetî bi bal ziman û edebîyata wî ye. Miletê bêwêje, li kesê weke ger û lal hatiye şibandin. Lewra ew milet; çanda xwe, rabirdûya xwe, xeyal û bîrîyên xwe, kêfxweşîyên xwe, êş û xemên xwe, bawerî û nirxên xwe, jîyan û serborîyên xwe negengaze ku bê edebîyat bîne ziman. Ji gelên misilman ên Rojhilata Navîn kurdan jî ji demên berê da hetanî roja îro gelek zana, hunermend û helbestvan xwedî kirine. Meriv dibîne kevneşopîya ku jê ra edebîyata Kurdî ya klasîk tê gotin ji alîyê bi dehan helbestvanan va bi berhemên serkeftî û bedew va bi sedan salan hatiye domandin. Bêguman ev kesayet û ev berhem bi tevahî jî nirxên malbata mirovahîyê yên hevpar in û mîrata hevbeş a hafizeya merivahîyê ne. Di vê gotarê da Mela Muhemmed Nûrî û berhemên wî hatine nasandin û kesayetîya wî ya edebî hatîye nirxandin.Keywords : Klasik Kürt Edebiyatı, Şiir, Molla Muhemmed Nûrî, Miracîye, Mersîye