DELALETÊN RENGAN DI HELBASTÊN MUEYED TEYIBÎ DA
Authors : Bıryar KAMAL
Pages : 44-63
Doi:10.55106/kurdiname.1089931
View : 7 | Download : 6
Publication Date : 2022-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev vekolîna li jêr nav û nîşanê` Delaletên Rengan di Helbestên Mueyed Teyibî da `ye. Di vê vekolînê da me bas li diyardeyeka gerdûnî ya balkêş kiriye ku ji layê zana, edîb, feylesof û bîrmendan ve giringî pê hatiye dan. Dema em peyva reng dibîhîzîn yekser di mejiyê me da peyva jiyan dirust dibîtin. Çunke reng tam û ruheka zêde didete jiyanê. Reng alavekî giring e di pêkhatina têkstên edebî de, ku ev çende bihayekî êstetîkî û hunereke bilind didete têkstî. Ji ber vê yekê jî helbestvanan giringî bi vê diyardeyê daye. Çunke reng baştirîn alav e ku helbestvan bişêtin bi rêya wî derbirînê ji hestên xwe yên edebî biketin. Herwesa reng wêneyê edebî pêk dihînît û raman, delalet û sîmbolên weke derûnî, ramyarî, civakî, ayînî, xewn û xeyal û hunerî jê dirûst dibin. Helbestvan Mueyed Teyibî mîna her helbestvanekî dî hêza rengî bi kar înaye û reng kiriye alavek ji bo derbirînê ji hizr û bîrên xwe yên civakî, neteweyî, ayînî, derûnî, felsefî û hestên xwe yên takekesî biketin. Dîsan da bişêtin wêneyekî helbestê yê ciwan û bilind ji rengan dirust biketin û bi rêka vê diyardeyê nameya xwe ya felsefî û ruhî bigehînit.Keywords : Reng, Delalet, Mueyed Teyib, Helbest û Helbestvan