LÊKOLÎNEK LI SER ROJNAMEGERÎYA KURDÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Authors : Rabeea ZEBARI, Bafreen RASHEED HUSEEİN, Luqman MUHAMMED ABDULRAHMAN, Shahwan TAHER MOHEMED AMEEN
Pages : 128-138
Doi:10.55106/kurdiname.1170694
View : 12 | Download : 6
Publication Date : 2022-11-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Dîrok a rojnamevan ya Kûrmancan bi awayekê giştî ji rojnama Kurdstan 1898 li Qahîre destpêdike. Li Başûrê Kurdstanê vê yekê weke despêk a dîrok a rojnamevanya Başûr di hesibînin û her sal vê dîrokê li Başûrê Kurdstanê bi awayekê cûrbicûr bi bîrdiînin. Kovara Peyv weke yek ji wan kovaran, ku bi awayekê ekadimîk li piştî 1991’ an derket holê. Ku rolekê baş lêstî ye ji bo pêşxistina edebiyata Kurdî bi awayekê giştî û Dema em ji naveroka kovara Peyv dinêrîn, ev yek eşkere dibe ku kovara Peyv ji dû beşan pêk dihê. Beşek bi Kurdîya tîpên erebî dihê nivîsandin û beşa din bi kurdî ya latînî dihê nivîsandin. Kovara peyv dibe yekemîn kovar li Bşûr ku bi Kurdî tîpên Erebî û Latînî hatîye weşandin. Cihê kovara Peyv di edebyata kurdî de eşkere ye. Nivîskarên her çar perçên Kurdistanê nivîsên xwe di vê kovarê de belav dikin. Anku bi watayeka din kovara peyv nivîskarên her çar perçên Kurdistanê li xwe kom dike. Ev dibe eger ku piranîya nivîskar û xwendevanê kurd bi rêya kovara peyv agehdarî edebiyata kurdî bibin. Anku em dikarîn bibêjîn kovara Peyv bû rêyek ku hevnîzîkbûnekê di nava edebiyata her çar perçên Kurdistanê de durust dike ku bikarin berhemên xwe di nav de belav bikin. Peyvên Sereke: Kurdstan, Başûrê Kurdstan, Rojnamegerî, Rojnamegerîya Kûrmancî li Başûr, Kovar a Peyv.Keywords : Kurdstan, Başûrê Kurdstan, Rojnamegerî, Rojnamegerîya Kûrmancî li Başûr, Kovar a Peyv