KURD Dİ ÇARÇOVEYA TEFSÎRA ÇEND AYETÊN QUR’AN’A PÎROZ DE
Authors : Mustafa ÖNCÜ
Pages : 104-111
Doi:10.55106/kurdiname.1184650
View : 10 | Download : 6
Publication Date : 2022-11-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Çavkanîyên Erebî yên derbarê Kurdan de gelek girîng in. Ev çavkanî, bi xêra dînê Îslamê berfirehtir bûne. Dema ku mirov bixwaze li ser dîroka Kurdan lêkolînan bike, divê bi zimanê Erebî baş bizanibe da ku bigêhêje van çavkanîyan. Di çavkanîyên erebî yên wek dîrok, erdnîgarî, tefsîr, hedîs, fıqh, eqîde, kelam, felsefe, helbest û edebiyatê de gelek agahî li ser Kurdan têne peydekirin. Çavkanîyên sereke bêguman Qur’an’a Kerîm û tefsîrên wê ne. Di Qur’an’a Kerîm de navên gelan pir cih nagre. Qur’an, bi piranî li ser hêmanan radiweste. Hinek “mebadîê ‘umûmî” ango qanûnên giştî datîne. Carinan behsa gelan jî dike wekî Rum, Ereb, Cihû, Benî Îsraîl, Fille û hwd. Nêrîna Qur’anê nêrîneke îmanî ye. Navê gelên wekî Kurd, Tirk, Îngîlîz, Fars û hwd. di Qur’anê de cih negirtine. Lê belê piştî Hz. Pêxember hinek tefsîr li ser Qur’anê hatine çêkirin. Di van tefsîran de hîn di dema sehabî û tabîiyan de hatiye gotin ku filan ayet îşareta filan milletî dike. Di filan ayetê de behsa filan qewmî tê kirin. Ji dem sehabî û tabîiyan de û heya îro di gelek tefsîran de navê Kurdan cih girtiye. Hinek mufessîran gotine ku “filan ayetê de qala Kurdan tê kirin.”, “Filan ayet behsa Kurdan dike.”, “Ev ayeta Kurdan nîşan dide.” û hwd. Wek mînak:Keywords : kurd, ekrad, zimane kurdi