SÊ KLASÎKÊN ME YÊN NENAS: MELA HESEN Û QASIM Û MELA ŞEMS
Authors : Tahsin İbrahim DOSKİ
Pages : 161-174
View : 12 | Download : 7
Publication Date : 2022-11-30
Article Type : Other Papers
Abstract :Ev xebat, li dor sê kilasîkên me yên nenas dizivrit û armanc jê ew e ku xwendevan bi van her sê şa`ran agehdar bit. Ew jî ev in: Mela Hesen û Qasim û Mela Şems. Dîroka wan her sêyan bo berî nîva yekê ji sedsala hîjdeh dizivri. Ji ber ku şi`rên wan di destnivîsekê da hatîne dîtin di nav kitêbxaneya Mela Xelîlê Sêrtî da hebûye û aşkera ye ku Mela Xelîl li nîva du yê ji sedsala hîjdeh û nîva yekê ji sedsala nozdeh jîyaye. Heta evro jî çu zanînên berfreh derbarey jîyan û serhatîya van her sê şa`rên me yên klasîk di destê me da nînin. Em nizanîn ew ji kîj deverê ne û bi durustî li çi dem jîyane. Belê şi`rên wan bi kirmancîyeka zelal in û mijarên wan xweş û aşkera ne û zimanê wan yê şi`rî, bi hêz e. Li ber çavan e ku ew hindek şa`rên jêhatî bûne.Keywords : kurdî, kürtçe, klasik, molla Hasan