- Kurdiname
- Issue:8
- ANALIZEK LI SER AVANIYA ERGATIFÊ -DEVOKÊN KURMANCÎ YÊN BAŞÛRÊ ROJHILAT, BAKÛR Û BAŞÛRÊ ROJAVA-...
ANALIZEK LI SER AVANIYA ERGATIFÊ -DEVOKÊN KURMANCÎ YÊN BAŞÛRÊ ROJHILAT, BAKÛR Û BAŞÛRÊ ROJAVA-
Authors : Avanîya Ergatîf, Kurdîya Kurmancî, Devok, Cottewang.
Pages : 13-40
Doi:10.55106/kurdiname.1265843
View : 7 | Download : 4
Publication Date : 2023-04-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Kurdîya Kurmancî xwedîyê taybetîya avanîya akuzatîf û ergatîf e. Di lêkerên di koka dema borî de hatine kişandin de avanîya ergatîf û lêkerên di koka dema niha de hatine kişandin de jî avanîya akuzatîf tê dîtin. Ji ber taybetîyên lêkerên kurdî û ji ber bandora nîvakuzatîfbûnê, di avanîya ergatîf de bikaranînên cuda derdikevin holê. Bi awayekî senkronîk eger avanîya ergatîfê bê analîzkirin, gelekî bikaranînên cuda têne dîtin, wekî cottewang û akkuzatîfîzasyon. Ne tenê sebebên navzimanî lê ji ber sebebên pirzimanîbûna axêverên kurdîya kurmancî jî formên cuda têne bikaranîn. Di vê xebatê de, armanc analîzkirina avanîya ergatîf bi awayekî senkronîk e. Pêşî em li ser avanîya ergatîf sekinîn û bi hemû aliyên wê ve me ev avanî analîz kir. Paşê di çarçoveya emr û zayenda axêveran de bikaranîna avanîya ergatîfê di sê devokên kurdîya kurmancî de hate analîzkirin. Ev xebat hem ji alîyê fêmkirina avanîya ergatîf ve hem jî ji alîyê bikaranîna kurdîya kurmancî ya axêverên pirzimanî yên kurdîya kurmancî ve xwedîyê qiymet e.Keywords : Avanîya Ergatîf, Kurdîya Kurmancî, Devok, Cottewang