- Kurdiname
- Issue:9
- Pêşgira Dariştinê ya ‘Ve-’ yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jo...
Pêşgira Dariştinê ya ‘Ve-’ yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da
Authors : Ahmet Seyari, Murat Aktaş
Pages : 36-50
Doi:10.55106/kurdiname.1290937
View : 117 | Download : 97
Publication Date : 2023-11-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Dariştin (derivation), sazkirina peyvên nû ya bi gireyan e. Di dariştinê da morfemên bendkirî (bound morphemes) li peyvan yanî morfemên serbixwe (free morphemes) zêde dibin û peyveke nû saz dibe. Di kurmancîya jorîn da bi rêya pêşgir û paşgiran peyv tên dariştin. Yek ji van pêşgirên dariştinê pêşgira "ve-”yê ye. Di vê xebatê da taybetîyên vê pêşgirê yên morfosemantîk hatine ravekirin û analîzkirin. Keresteyên xebatê ji Dîwana Melayê Cizîrî, menzûmeyên Feqîyê Teyran û Mem û Zîna Ehmedê Xanî û pêk tên. Armanc ew e ku bi vê xebatê taybetîyeke ziman a sedsalên 16. û 17. bê famkirin û ev lêkolîn ji bo xebatên dariştina peyvan bibe alîkar. Xebat bi rêbaza zimannasîya şayesî (descriptive linguistic) û teknîka zimannasîya kargîn (functional linguistics) hatiye kirin. Ji ber vê yekê jî guherînên ziman ên dîrokî bi nêrîneke dîyakronîk nehatine analîzkirin û bi nêrîneke rêzikparêz (prescriptive) li ser rastbûn û şaşbûna taybetîyên ziman nirxandin nehatine kirin. Tenê taybetîyeke ziman a demeke sînordar hatiye analîzkirin. Bi taybetî ji ber ku xebat bi teknîka kargîn hatiye kirin di analîzê da di gel teşeyê peywend jî li ber çavan hatiye girtin.Keywords : Türetme, Ön ek, Ve, Kürtçe, Kurmançça