Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
Authors : Sevim Hatun Sürücü
Pages : 100-122
Doi:10.55106/kurdiname.1441262
View : 71 | Download : 72
Publication Date : 2024-04-28
Article Type : Research Paper
Abstract :Sedsalên 16em û 17em di dîroka edebiyata Kurdiya Kurmancî da weke du sedsalên zêrîn tên qebûlkirin. Ji bo edebiyata Kurdî ya Kurmancî xîmên bingeheke bihêz hatine danîn û tesîra vê bingehê em îro jî dibînin. Ehmedê Xanî ku wekî mamoste, alim, nivîskar tê nasîn di vê serdemê da jiyaye. Xanîyê ku zêdetir bi Mem û Zînê va tê bibîranîn, di qada perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê da berhemên ewil nivîsîne ku ev berhem di medreseyan da wekî kitêbên dersê hatine xwendin. Nûbihara Biçûkan ku yekem kitêb e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo zarokên Kurdan hatiye nivîsîn. Aqîdeya Îmanê jî ji bo perwerdeya dînî ya bi Kurmancî hatiye nivîsîn ku herdu berhem jî li medreseyên serdemê wekî berhemên dersê hatine xwendin. Ev xebat hewl dide ku alimtî û mamostetiya Ehmedê Xanî, giringîpêdana ziman û giringiya Nûbihara Biçûkan û Aqîdeya Îmanê ji aliyê hizra perwerdehiyê ya Xanî va bikole. Xebat digel destpêkê ji sê beş û pêvekek e pêk tê. Di destpêkê da behsa dibistanên serdemê “medrese” ya hatiye kirin, peyra fikr û ramanên Xanî yên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hatine behskirin û di beşa sêyem ya xebatê da Nûbihara Biçûkan li gorî prensîbên giştî yên hîndekariyê hatiye nirxandin; herwiha li ser teknîkên hînkirina peyvan (hemwate, dijwate, têkilhev, hevdeng hwd.) hatiye sekinîn.Keywords : Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan, ziman, perwerdehî, prensîbên hîndekariyê