Morfema “-î”yê Di Peyvsaziya Kurmancî De
Authors : Halil Akgül
Pages : 156-170
Doi:10.55106/kurdiname.1448052
View : 50 | Download : 65
Publication Date : 2024-04-28
Article Type : Research Paper
Abstract :Dariştin (derivation) yek ji rêbazên çêkirina peyvan e. Bi dariştinê ve peyveke nû tê çêkirin û ev peyv wekî leksem (lexeme) di ferhenga wî zimanî de cih digire. Digel ku hin senifînên cuda hebin jî di kurmancî de bi gireyan (affix) jî peyvên nû tên dariştin. Di kurmancî de ji bo peyvsaziyê sê cure gire hene; pêşgir (prefix), navbend (interfix) û paşgir (suffix). Ji nav wan herî zêde bi paşgiran ve peyvên kurmancî tên çêkirin. Ji nav paşgiran jî paşgira “-î”yê gelekî berbelav e. Bi alîkariya vê paşgirê ji navdêr, lêker û hokeran rengdêr tên çêkirin. Ji rengdêr, navdêr û hokeran jî navdêr tên dariştin. Kêm be jî ji navdêran hoker jî tên dariştin. Çi rengdêr, çi navdêr çi hoker, peyva dariştî bi hin fonksiyonan radibin ku bi peyva jê dariştî re têkildar dibe. Endamtî, aîdiyet, pêwendî û diyarkirina rewşê fonksiyonên sereke ne. Peyvên darişti hin ji wan dikarin bibin endamê çend birrên cureyê peyvan. Lê hin ji wan tenê dikevin birrekê. Wate, bikaranîna peyva bi paşgira “-î”yê ve dariştî, pirîcaran ji hêla fonksiyona xwe û senifandina xwe nezelaliyê nîşan dide. Di vê xebatê em li ser fonksiyon û senifîna van peyvan xebitîn ku bi paşgira “-î”yê hatine dariştin.Keywords : Kurmancca, Sözcük Yapımı, Türetme, Sonek, î