- Kurdiname
- Issue:10
- Di Edebîyata Kurdî de Vekolînek li Ser Têgiha Meyê û Hêmanên Girêdayî Wê -Mînak Dîwana Melayê Cizîrî...
Di Edebîyata Kurdî de Vekolînek li Ser Têgiha Meyê û Hêmanên Girêdayî Wê -Mînak Dîwana Melayê Cizîrî, Helbestên Feqîyê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî
Authors : Rozerin Aydın, Kenan Bulut
Pages : 171-199
Doi:10.55106/kurdiname.1454872
View : 94 | Download : 70
Publication Date : 2024-04-28
Article Type : Research Paper
Abstract :Edebîyata klasîk a Rojhilatê gelek têgih û mezmûnên cur bi cur ên wê demê vedihewîne. Ji ber ku têgih an mezmûnên edebîyata wê demê di çaxa îroyîn de xwedî wateyên cur bi cur in, fêmkirina helbestên wê demê hatine nivîsandin jî di çaxa îroyîn de dibe zehmet. Têgiha meyê û hêmanên wê jî li nav van têgihên aloz ên edebîyata Rojhilatê de cih digirin. Edebîyata Kurdî ya klasîk jî li nav edebîyata Rojhilatê cih digre. Loma taybetîyên vê edebîyatê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê sedemê di serî de ji bo fêmkirina helbestên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî û helbestvanên din ên edebîyata Kurdî divê ewilî bên zanîn ku ev têgihên ku behsa wan hatine kirin bi çi maneyan tên bikaranîn Armanca vê gotarê dahûrînek e li ser têgiha meyê û hêmanên girêdayî wê yên ku di Dîwana Melayê Cizîrî, helbestên Feqîyê Teyran û Mem û Zîna Ehmedê Xanî de xwedî cihekî berfireh in. Ji bo vê armancê di gotarê de ewilî behsa nav û taybetîyên meyê û pêşveçûna dîroka wê hatîye kirin. Dûv re di dîroka mirovayîyê, edebîyat û tesewufê de li ser merheleyên guherîna wateyên meya mecazî û heqîqî hatîye rawestan. Piştî vê jî ji ser nîşandana ravek û têkilîyên helezonîk ên li ser meyê û hêmanên sereke yên wê ve terza bikaranîna her sê helbestvanan hatîye analîzkirin. Di dawîya xebatê de jî bi awayekî berawirdî wekhevî û cudahîyên terza bikaranînên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî li gel van têgahan hatîye pêşkêşkirinKeywords : Kürt Edebîyatı, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xani, Mey, Meye Bağlı Unsurlar