Cotepeyv di Dîwana Şêx Şemseddînê Exlatî da
Authors : Önder Beyter, Zafer Açar
Pages : 1-17
Doi:10.55106/kurdiname.1564380
View : 62 | Download : 18
Publication Date : 2024-11-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Cotepeyv wekî cureyeke komepeyvan bi dubarebûna morfem an jî peyvan saz dibe ku bi vê dibe qalibekî rêzimanî û maneyî. Dîsa cotepeyv di risteyê da erkên giring ên wekî xurtkirina hêza ravekirinê, dupatkirina wateyê û dewlemendkirina têgehê hildigire. Hin rêzimanên kurmancî cih dane pênase û nimûnekirina cotepeyvan, lê xusûsen, di kategorîkirina cotepeyvan da, di lîteratura kurdî da kêm xebat hene û herwiha li ser metnên kurmancî kêm xebat hatine kirin. Xebata me cotepeyvên Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî vedikole. Yek ji egerên vê xebatê jî hêla şiira Exlatî ya ku bi tekrara deng û peyvan sazbûyî û ahenga muzîkal e ku têra xwe nimûneyan pêşkêşî vê sehayê dike. Me ev xebata xwe kire du beşan. Di beşa yekem da me ji bo cotepeyvan çar kategorî pêşniyaz kir û me her kategoriyek jî dabeşî ser çendîn sernavan kirin. Her wiha ji bo van sernavan jî me ji dîwana Exlatî mînak anîn û parve kirin. Di beşa duyem da jî li gorî kategoriyên me pêşniyaz kirin, me cotepeyvên dîwana Exlatî tesnîf kirin û kirin lîste. Bi vê xebata xwe ve me di dîwana Exlatî da 106 cotepeyv tesbît kirin. Her wiha me dît ku Exlatî di dîwana xwe da cotepeyvên ji heman peyvan û her wiha yên ji peyvên hemwate, nêzwate û dijwate emilandine. Dîsa bi qasî ku me tesbît kir, Exlatî di helbestên xwe da di forma navdêr, rengdêr, hoker, lêker û nîdayê da sûd ji cotepeyvan wergirtiye û bi wasiteya daçek û gihanekan jî cotepeyv çêkirine. Dîsa me dît ku Exlatî di helbestên xwe da cotepeyvên ku ji peyvên bêwate çêdibin, neemilandine. Ji aliyekî din ve jî pareke mezin ya cotepeyvên Exlatî karekter û meşrebê wî yê tesewifî diyar dike ku hêjayî lêkolînan e.Keywords : İkleme, ikileme türleri, Şeyh Şemsedddin Ahlati Divanı