Navên Cihan û Mekanên Bîrê di Kilamên Dengbêjan de
Authors : Ömer Delikaya
Pages : 15-40
Doi:10.19059/mukaddime.1453602
View : 66 | Download : 46
Publication Date : 2024-05-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Dengbêj bi deng û şêwazên xwe yên taybet, fenanî dîroknasên devkî ji repertuarên xwe yên berfireh ên li dor babetên cihêreng ên wekî evîn, şer, qehremanî û hwd. qewamên giring ên raboriyê vedigêrin û bi vî karî ew dibin hilgirên herî berçav ên çanda devkî ya kurdî. Kilam, vegêrana helbestî ya dengbêjan xwedî wê şiyanweriyê ne ku gewherê wan qewaman biparêze ku ew di bîra civakî ya kurdî de bi giringiya xwe berçav in û wan bîne destedewrî nifşên siberojê bikin. Ev xebat bala dilê xwe berdide ser kilama ‘Geliyê Zîla’ ya Dengbêj Reso û kilama ‘Keremê Elî’ ya ku ji aliyê Dengbêj Nuroyê Meter ve hatiye îcrakirin û temsîlên çandî û dîrokî yên herdu kilaman derdixe mexderê ku bi nav û nîşanên erdê ve hatine nitirandin. Di çarçoveya van herdu kilaman de ev xebat balê dikişîne ser girîngiya navên cihan ên di vegêranên devkî yên kurmancî de ku gelek caran di kilamên dengbêjan de cih digirin û bi wateyên xwe yên sembolîk derdikevin pêş. Dengbêj bi rêya nîşan û temsîlên mekanî hewl didin ku hafizeya li dor mekan avabûyî zindî bihêlin û li hemberî kiryara jibîrkirinê berxwedaneke xurt a vegêranî biafirînin, bi vî rengî kilam ji vegêraneke helbestî ber bi dîrokbêjiyeke dijber û alternatîf vediguherin. Herwiha ew destnîşan dikin ku cih û warên bi rengekî di kilaman de cih digirin, rengvedanên rastiya civakî vedigêrin ku ew wekî ‘mekanên bîrê’ [lieux de mémoire] qewama raboriyê bergewde dikin. Ev mekanên bîrê ne tenê rê û rêkarên alternatîf ên bibîrxistinê pêşkêş dikin ku civat bi wan bi rengekî berxwedêr lê dixebite ku raboriya xwe ya hevpar bi cemawerî bi bîr bîne, ew herwiha bi bîrê re têkildar, nav û îşaretên mekanî, ango ‘kilamxane’yên sembolîk/devkî ava dikin ku meriv dikare di dewsa mûzexaneyan de bihesibîne. Di çarçoveya xebata berdest de, bi nêrîneke multîdîsîplîner ji bo ku tevkariyê li nirxandina naveroka herdu kilaman bike ji lîteratura dîroka devkî ya derheq Zîlanê de hate istifadekirin û piştî Zîlanê kiryara ji nû ve binavkirina hin der û deveran bi armanca bîranînê (commemorative place naming) û fonksîyona vê navguhertinê ji bibîrxistina qewamê hate nîqaşkirin.Keywords : Zilan, kilam, dengbêj, hafıza mekanı, hatırlama