- Nubihar Akademi
- Issue:21
- Qehwexane û Rewşenbîr: Tesîra Qehwexaneyên Kurdan ên Stenbolê li ser Geşedana Neteweperwerîya Kurdî...
Qehwexane û Rewşenbîr: Tesîra Qehwexaneyên Kurdan ên Stenbolê li ser Geşedana Neteweperwerîya Kurdî
Authors : Ömer Fırat Bavli
Pages : 103-122
Doi:10.55253/2024.nubihar.1491028
View : 62 | Download : 51
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Qehwexane, li Rojhilata Navîn ji sedsala 16emîn û vir ve yek ji mekanên sereke yên jîyana civakî ne. Ligel hevdîtin û suhbetan ji bo mirovan yek ji fonksîyona herî giring a qehwexaneyan berbelavkirina agahî û ramanan e. Ji ber vê yekê zemîna ku qehwexaneyan ava dikir ji bo rayedarên sîyasî tim dibû sedema endîşeyan. Weke encameke vê endîşeyê pêrgî qedexe, astengî û cezayan hatin, lêbelê dîsa jî heta îro hebûna xwe domandin. Di sedsala 19emîn de li Dewleta Osmanî qehwexane yek ji qada giştî ya herî bitesîr bû. Qehwexaneyên vê serdemê di veguherînên sîyasî û civakî de rolên girîng leystin. Di dawîya sedsala 19emîn û destpêka 20emîn de li Stenbolê gelek qehwexane hebûn ku weke qehwexaneyên kurdan dihatin naskirin. Ev qehwexane ne tenê ji bo hevgirtin û danûstandinên civakî, ji bo çalakî û xebatên rewşenbîran jî wargeh bûn. Di geşedana neteweperwerîya kurdî de rola qehwexaneyan di vegêranên otobîyografîk de bi awayekî zelal tê dîtin. Armanca vê xebatê vekolîna tesîra qehwexaneyan a li ser geşedana netewewerîya kurdî ye. Di vê xebatê de tesîra van qehwexaneyan bi rêya otobîyografîyên Ekrem Cemîlpaşa, Kadrî Cemîlpaşa û Nûrî Dersîmî hatîye vekolîn. Di encamê de tê dîtin ku qehwexaneyên serdemê yên Stenbolê di geşedana neteweperwerî û rewşenbîrîya kurdî de xwedan tesîreke dîyar in.Keywords : Rewşenbîr, qehwe, qehwexane, neteweperwerî, qada giştî