MOTÎFA ŞERTDANÎNÊ DI KILAMÊN DENGÊJAN DE
Authors : Tekin ÇİFÇİ
Pages : 383-394
Doi:10.26791/sarkiat.547257
View : 8 | Download : 4
Publication Date : 2019-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Kurte Di nav çanda devki ya kurdan de dengbêjî xwediyê cihekî girîng e. Di van kilaman de evîn û şerên mezin, pirsgirêkên siyasî, civakî û hwd. hatine vegotin. Ew kilam û destanên ku bi hunera dengbêjan bûne bîra civakê, xwediyê gelek taybetiyan e. Yek ji van taybetiyên kilam û destanên kurdî, danîna şertan e. Ango kilam li ser hîmê şertan ava dibe. Bi taybetî em di kilamên dengbêjan yên şer û evîniyê de danîna gelek şertan dibînin. Ji bo xurtkirina naveroka destanê, ceribandina lehengan, berjewendiyên takekesî, ji bo nedana keçikê û hwd. şertên giran li pêşiya leheng têne danîn. Şert, piranî ji aliyê keçik an jî bavê keçikê ve têne danîn. Kesê ku şertan bîne cih jî gelek caran dilketî ye. Hewldanên dilketî, ji aliyekî ve di nav guhdaran de rê li ber kelecanê vedike ji aliyê din ve naveroka kilamê dewlemend dike. Di vê gotarê de mîjara me, di kilamên kurdî yên dengbêjan de danîna hin şertan e. Di vê gotarê de dê hewl bê dayîn da ku rewşa danîna şertan, sedemên wan û encamên wan were.Keywords : Dengbêj, Kurdî, Kilam, Motîf