USLÛBA PESNÊ PÊXEMBER DI MEWLÛDA YEKEM A KURDÎ DE
Authors : Türkan TOSUN
Pages : 1507-1523
Doi:10.26791/sarkiat.636128
View : 10 | Download : 5
Publication Date : 2019-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Di vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî insert ignore into journalissuearticles values(kurmancî); Mewlûda Mele Huseynê Bateyî hatiye kirin. Mewlûda Bateyî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr’anê zarok hînê mewlûda wî dibin û ev berhem ji bo mewlûdnameyên din jî bûye çavkaniyeke sereke. Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin ku divê bê gotin di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Melayê Bateyî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di gotarê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Bateyî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Bateyî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn.Keywords : Mewlûda Bateyî, Mewlûda kurdî, Mele Huseynê Bateyî, Pesnê pêxember, Edebiyata klasîk a kurdî, Mewlûd