TECRÛBEYA WERGÊRANA KURDÎ DI PEYWENDA ÎDEOLOJÎ Û PATRONAJÊ DA
Authors : Güneş Kan
Pages : 472-489
Doi:10.26791/sarkiat.1274529
View : 111 | Download : 118
Publication Date : 2023-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Wergêrana kurdî ji "pêwîstî”yekê bêtir bi piranî ji bo îsbatkirina hebûn, derfet, têrîkirin û dewlemendiya vegotina kurdî hatiye kirin. Xebatên wergêrana kurdî, -wek qadên din ên xebatê- li welatê xwe ji piştevanî û parêzgeriya dewletê azade pêk hatine. Piştevanî û parêzgeriya di warê wergêrana kurdî da ji pergala himayeya dewletê gelek cuda ye ku wergêranê wek ji hêmanên herî giring a politikaya xwe ya çandê dibîne û wê hîmaye dike. Dikare bê gotin ku nivîskar/wergêrên kurd, kovar û weşanxaneyên kurdî di warê wergêrana kurdî da qismen rola piştevaniyê dane ser milê xwe. Ji aliyê din ve di nimûneyên ewil ên wergêrana kurdî da mîsyoner û kurdnasan di peywenda çalakiyên xwe yên wergêranê, teşwîqkirina "mele”yên kurd bo wergerandinê û çapkirina van wergêranan da roleke piştevanî û parêzgeriyê girtine ser xwe. Herweha wergêrana kurdî ji piştevaniyên madî yên wan dewletan jî sûdewar bûye ku rewşenbîrên kurd di demên cuda da lê hêwirîne. Piştevaniyên fînansî û derfetên pêşkêşkirî, di peywenda xebatên kurdî da ev dewlet kirine hamî. Armanca vê xebatê, vekolîna tecrûbeya wergêrana kurdî ye di peywenda îdeolojî û patronajê da. Di xebatê da di çarçoveya kurtedîroka wergêrana kurdiya Bakur (kurmancî) da dê li ser têkiliya wergêran û patronajê bê rawestandin, aliyê îdeolojîk ê patronajê bê destnîşankirin.Keywords : Kürtçe çeviri, ideoloji, destek, Kuzey Kürtçe Kurmancî, patronaj