PÊKHATIN Û RÊNIVÎSA HOKER Û DESTEBÊJEYÊN HOKERÎ DI KURDÎYA KURMANCÎ DA
Authors : Zülküf Ergün
Pages : 67-87
Doi:10.26791/sarkiat.1384595
View : 46 | Download : 103
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Destnîşankirina rêzikên rênivîsê ji bo cihgirtina zimanê nivîskî û standardkirina zimanî yek ji karên giring ên plandanîna zimanî ye. Di kurdîya kurmancî da ev pêvajo hîn jî didome û gelek warên xam hene ku bi başî nehatine gengeşekirin. Mijara pêkhatin û rênivîsa hokeran û destebêjeyên hokerî yek ji van mijaran e. Em di vê xebatê da di bin sernavên bincureyên hokeran da hem envantera hokerên kurdîya kurmancî derdixin hem jî li ser pêkhatin û awayên rênivîsa wan radiwestin. Di destnîşankirina van hokeran da ji bilî çavkanîyên nivîskî yên kurdîya kurmancî, em bikaranînên herêmî û devokî jî li ber çavan digirin. Bi vî awayî piştî destnîşankirina awayên cîyawaz ên nivîsîna hokeran û destebêjeyên hokerî bi mebesta destnîşankirina awayê standard ê zimanê nivîsînê em pêşnîyazên xwe dixin rû. Di dawîya vê xebatê da em digihîjin wê encamê ku bikaranîna gireyên tewangê, cîyawazîya bikaranînên herêmî û devokî û awayê nivîsa hokerên lêkdayî di rênivîsîna hoker û destebêjeyên hokerî da wek kêşeyên sereke derdikevin pêş.Keywords : Zarf, zarf öbeği, yazım, dilbilgisi, standart, kurmanci