- Şarkiyat
- Volume:16 Issue:1
- JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ D...
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Authors : Kenan Subaşı
Pages : 104-116
Doi:10.26791/sarkiat.1425264
View : 205 | Download : 132
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Zanista Gel (folklor) qadeke zanistê ye ku çanda madî û manewî ya milletekî tesbît dike, berhev dike, disenifîne, dinirxîne û paşê ji bo xwenasîna wî milletî yan milletên din yên cîhanê van agahiyan pêşkêş dike. Mîna hemû zanistên modern dema zanyarên folklorê vî karî dikin hewcedarî bi dabeşkarî û nasîna cureyan dibînin. Çimkî bi demê ra jîyana gel yan jî folklor weku yekûneke yekpare namîne û gelek şax û binşaxan vedide. Bêguman yek ji van şaxên sereke yên folklorê jî edebiyata gelî ye. Herwiha di nav edebîyata gelî da jî gelek binşax hene. Di vê xebatê da me jî di nav van binşaxên edebîyata gelî da vegêrana gelî û pê ra jî peywendîdar cureyê destanê hilbijart û li ser xebitîn. Amanca vê xebata me destnîşankirina çemka “destan”ê weku çemkeke sîwan e ji bo vegêranên epîk ên Kurdî. Çimkî weku lîteratur tevlihevîyeke eyan heye di nav xebatên kurdî da û herwiha pirnavîyeke berbelav. Di vê xebatê da me vegêranên epîk ên Kurdî ji hêla binyata rêzerûdanê ve nirxandin û li ser wê esasê senifandineke destanên Kurdî pêşkêş kir. Dema me ev xebat kir, digel pêşnîyazên xwe, me berê xwe da nîqaş û bikaranînên vê çemkê û gelek çemkên din yên ji bo vî cureyî di nav xebatên folklorê yên Kurdî da.Keywords : Folklor, Destan, Kahraman, Aşk, Mitoloji, Tarih