- Şarkiyat
- Volume:16 Issue:1
- NIRXANDINA VEGÊRANA JIYANNAMEYEKÊ: JIYANEK Û DU ROMANÊN OTOBIYOGRAFÎK ÊN EREBÊ ŞEMOYÎ
NIRXANDINA VEGÊRANA JIYANNAMEYEKÊ: JIYANEK Û DU ROMANÊN OTOBIYOGRAFÎK ÊN EREBÊ ŞEMOYÎ
Authors : Güneş Kan
Pages : 135-149
Doi:10.26791/sarkiat.1426978
View : 49 | Download : 69
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Di maweya jiyana Erebê Şemoyî (1897-1978) da li cîhanê rûdan û geşedanên gelek mezin qewimîne, guherîn û veguherînên bingehîn çêbûne. Digel şahidiyê wî bi xwe jî di gelek rûdanên dema xwe da bi awayekî aktîf rol dîtiye. Serboriya şexsî ya nivîskarî, rewşa dîrokî, çandî, etnîk, aborî û sosyo-polîtîk a herêmên lê jiyaye, serboriya jiyana nivîskarî hewceyî veguhaztinê dike bo nifşên bê. Erebê Şemo di 1935an da romana xwe ya otobiyografîk, Şivanê Kurmanca dinivîsîne. Di berhemê da bîranînên xwe yên zarokatî û xortaniyê vegêrane, bi awayekî kurt behs ji serpêhatiya malbatê ya berî xwedêdana xwe jî kiriye. Nivîskar di 1958an da bi navê Berbangê romaneke din a otobiyografîk diweşîne. Lêbelê ev roman yekser ne berhemeke nû ye. Lewma dema vegêrayî ya romanê, bi dema vegêrayî ya Şivanê Kurmanca ra yek e, lê nivîskarî li hin cihan destwerdan li vegêranê kirine. Di vê gotarê da tê vekolan ka Erebê Şemoyî çima xwestiye serboriya xwe vegêre, jê giringtir çima pêwîst dîtiye jiyana hatiye vegêran -bêyî ku sînorên dema vegêrayî berfireh bike- careke din vegêre. Herweha hatiye nirxandin ka nivîskarî çiqasî jiyana xwe vegêraye, çiqasî venegêraye û çima venegêraye.Keywords : Erebê Şemo, otobiyografi, Şivanê Kurmanca, Berbang