DESTANÊN KURDÎ JI ALÎYÊ TAYBETMENDÎYÊN DIRÛVÎ VE
Authors : Hikmettin Atlı
Pages : 488-501
Doi:10.26791/sarkiat.1437047
View : 57 | Download : 68
Publication Date : 2024-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Xebatên li ser zargotina miletan, ne bi tenê di çarçoveya wêjeyê an jî çanda devkî de ne. Ji destpêka mirovahiyê û vir ve, li dû bandora hin bûyerên ku bi jiyana hemî civakê an jî beşeke civakê re têkildar in, hin hîkaye hatine gotin ku di mayendebûna van bûyeran de roleke sereke leyistine. Ev cure vegotin temsîla hisiyata dewreke civakê dikin û di heman demê de dibin parçeyeke dîroka wan ya devkî jî. Her çendî ku em wan ji dengbêj an hîkayebêjan jî dibihîzin, ew ne bi tenê aydê wan in. Ew malê hemî civakê ne û sekna wan ya li hember hin bûyerên taybet nîşanê me didin. Di nava van vegotinên gelêrî de, destan xwedî cihekî taybet in. Ew li gorî cureyên dî yên zargotinê di temsîlkirina nirx û dîroka miletan de bêtir derketine pêş. Vebêjên van hîkayeyan jî, yanê dengbêj jî ji aliyê civak û pêşengên civakê ve her tim bi qedr û qîmet hatine pêşwazîkirin û wan jî di dîwanên beg û mîran de bi rêya van hîkayeyan her tim mesaj dane civak û pêşengên civakê. Di vê nivîsê de digel ku li ser pênaseya wê nîqaş hene jî, me tenê nirxandinên xwe di derdora heft destanan de bisînor kirine. Ev destan ev in: Memê Alan, Siyabend û Xecê, Kela Dimdim, Zembîlfiroş, Derwêşê Evdî û Edûlê, Cembelî û Binefşa Narîn û Kerr û Kulik. Hîç guman nîn e ku yek dikare li ser destanbûn an ne destanbûna van her heft hîkayeyan nîqaşê bike. Her wiha hin hîkayeyên dî jî dibe ku daxilî vê lîsteyê bêne kirin. Lê em ê nivîsa xwe di çarçoveya van vegotinan de bigirin û jî alîyê dirûvî û taybetîyên vegêranî ve wan vekolin.Keywords : Anahtar Kelimeler Destan, şekil, anlatı, halk hikayeleri, kürt