- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:2 Issue:4
- Sê Tezên Mastera Kurdî Yên Ku Li Zanîngehên Tirkiyeyê Hatine Amadekirin -1-
Sê Tezên Mastera Kurdî Yên Ku Li Zanîngehên Tirkiyeyê Hatine Amadekirin -1-
Authors : M. Zahir Ertekin
Pages : 126-133
View : 14 | Download : 8
Publication Date : 2016-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Li Tirkiyeyê xebatên derbarê ziman û edebiyata kurdî yên akademik de bi beşên ziman û çanda kurdî dest pê kirin. Beşa ziman û çanda kurdî cara yekem li Tirkiyeyê di sala 2009an de bi biryara lijneya wezîran a Tirkiyeyê di binê enstîtuya zimanên zindî yên Tirkiyeyê de tevî beşa ziman û çanda suryanî û erebî li Zanîngeha Mardin Artukluyê vebû û di 2010an de dest bi perwerdehiya lîsansa bitez û bêtez kir. Herwiha enstîtûyên heman rengî li çend zanîngehên din jî vebûn û wan jî bernameya mastera kurdî damezrandin, meşandin û hê jî dimeşînin (Zanîngeha Bîngolê û Zanîngeha Yuzuncu Yıl ya Wanê). Li aliyekî din di hin zanîngehan de jî mastera kurdî di bin sîwana enstîtûya zanistên civakî de tête meşandin (Zanîngeha Muş Arparslan û Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekir).Keywords : tez, master, kurdî