- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:4 Issue:8
- Çîrokên Werger Ên Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1870)
Çîrokên Werger Ên Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1870)
Authors : Mustafa ÖZTÜRK
Pages : 33-63
View : 20 | Download : 7
Publication Date : 2018-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Mela Mehmûdê Bazîdî wekî zanyarekî Kurd, xwedîyê ked û berhemên girîng in di gelek qadên ji hev cuda de. Bazîdî di berhevkarîya folklorê, istînsaxa destxetên Kurdî, nivîskarîya berhemên cûrbicûr, rêzimannasî, civaknasî û hwd de gelek xebat pêk anîne. Qadeke din ya ku Bazîdî bi wê re mijûldar bûye jî wergernasî ye. Di Koleksîyona Aleksandre Jaba de destnivîsa bi hejmara Kurd 43’yê ji 84 çîrokên Farsî û wergerên wan ên Kurmancî û Fransî pêk tê. Wergerên Kurmancî ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve û yên Fransî jî ji alîyê A. Jaba ve hatine kirin. Ev çîrokên ku dikarin li ser qada edebiyata klasîk bên hesibandin, li gorî agahîyên berdest, nimûneyên ewil ên çîroka pexşan a Kurdî ya klasîk in. Di vê xebatê de ewilî li ser çîroka klasîk bi giştî û taybetîyên destnivîsa Kurd 43’yê hatîye rawestan û pişt re jî tîpguhêzîya destnivîsê ya Kurmancî hatîye dayin.Keywords : Mela Mehmûdê Bazîdî, Aleksandre Jaba, Edebiyata Klasîk, Farsî, Kurmancî, Werger, Çîrok