- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:6 Issue:11
- NAZIM Û ŞA’IR MELA ZAHID ZEHERÎ (BAŞER): JÎYAN, BERHEM Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ
NAZIM Û ŞA’IR MELA ZAHID ZEHERÎ (BAŞER): JÎYAN, BERHEM Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ
Authors : Nurettin ERTEKİN
Pages : 105-136
View : 16 | Download : 7
Publication Date : 2020-06-14
Article Type : Research Paper
Abstract :Îro jî nivîskarên Edebiyata Kurdî ya Klasîk û berhemên wan derdikevin holê û xebat li ser wan tên kirin. Ji ber vê egerê Edebîyata Kurdî ya Klasîk zindî ye û tradisyona xwe berdewam dike. Yek ji nivîskarê Edebîyata Kurdî ya Klasîk ku li jîyanê ye Mela Mûhemmed Zahid Zeherî (Başer) ye. Mela Zahid, ji gundê Nêrçik a Pasûr (Qulp) a Amedê ye. Di medreseyan da perwerde bûye û kesayetekî zanistên Îslamê û zimanê ‘Erebî ye. Mela Zahid ji alîyê din va kesayetekî edebî ye. Bi nivîsandina 26 berheman beşdarî edebîyatê bûye ku ji van berheman 20 heb bi Kurdî ne. Hem şa’ir e û hem nazim e. Şeş dîwanên muretteb nivîsandine û xwediyê 17 menzûmeyên dînî ye. Îhtîmal e ku cara yekem ‘Erûzname û Silsilenameya Terîqetan wî nivîsandibe di Kurdî da. Ev gotar kesayetîya Mela Zahid a edebî vedikole, herwiha berhemên wî jî cara yekem bi vê nivîsarê tête polînkirin û nasandinê. Bi giştî nivîsara me li ser sê beşan hatîye terxan kirin. Jiyana Mela Zahid, berhemên wî û kesayeta wî ya edebî.Keywords : Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Mela Zahid Zeherî, Dîwanên Muretteb