- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:9 Issue:18
- Bîyografiya Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî), Kesayetiya wî ya Edebî û Berhemên wî
Bîyografiya Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî), Kesayetiya wî ya Edebî û Berhemên wî
Authors : Ayhan Yildiz
Pages : 6-16
Doi:10.56491/buydd.1330186
View : 79 | Download : 69
Publication Date : 2023-12-25
Article Type : Research Paper
Abstract :Hîn jî gelek nivîskar û şairên edebiyata kurdî/kurmancî ya klasîk, bi berhemên xwe di lîteratura dîrokî ya edebîyata kurdî de cihên ku heq dike xwe negirtine. Yek ji wan nivîskaran Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî) û berhemên wî ne. Tevî ku zêdetirî bîst salî zeman bi ser çapkirina du berhemên wî de derbas bûne jî, ji yek xebateke lêkolînî û nirxandinî zêdetir li ser bîyografî, berhem û kesayetîya wî ya edebî, heta niha xebatên akademîk di qada lîteraturê de nehatin dîtin. Lewra vê xebatê hewl da ku li ser jiyan, berhem û kesayetîya Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî) lêkolîn bike û wî binirxîne. Di encama lêkolîna sehayê de hate dîtin ku Selmanê Belegewrî, di medreseyên klasîk ên kurdan de li ber seydayên bi- jarte, di sedsala XX-î de gihaştîye û şair û nivîskarekî pirlayaneyî ye. Digel ku wî helbestên xwe di çarçoweya edebîyata klasîk de nivîsîne jî, ew xîtabî serdema îro dike, lewra berhemên ilmî-hizrî, dînî û civakî ne û mijarên wî modern in. Hat dîtin ku wî di ber van berheman de, berhemên dînî û civakî ji zimanê erebî û tirkî jî wergerandine kurmancî.Keywords : Klasik Kürt Edebiyatı, Selmanı Belegevri Süleyman Kurşun, Kurmanci Edebıyat