- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:9 Issue:18
- Temaya Mirin û Piştî Mirinê di Hizra Feqîyê Teyran de
Temaya Mirin û Piştî Mirinê di Hizra Feqîyê Teyran de
Authors : Diler Aydoğan
Pages : 64-73
Doi:10.56491/buydd.1390106
View : 312 | Download : 123
Publication Date : 2023-12-25
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev xebat derbarê temaya mirin û piştî mirinê di hizra Feqîyê Teyran de hatiye kirin. Di vê gotarê de me armanc kirîye ku bi çend helbestên ji dîwana Feqîyê Teyran hatine hilbijartin em temaya mirin û piştî mirinê bidin ber xwe. Li gorî helbestên li ber dest em dê hewl bidin ku fikr û hizra Feqî ya di derbarê axretê keşf bikin û bibin xwedî hin agahî. Temaya teslîmbûn û mirinê yek ji hizra sereke ye d edebîyata kurdî ya klasîk de. Derbarê vê mijarê de Feqîyê Teyran gelek nimûne dane û em ê jî di vê xebatê de li ser van nimûneyan bixebitin. Di encamê de jî em dibînin ku Feqîyê Teyran helbestên xwe ji bo şîretkarî û hişyarkinê nivîsîye. Bi rêya helbestan ve dixwaze xema xwe ya civakî derxîne pêşberî me û dixwaze civat dev ji hewes û zewqên dinyê berde. Wî helbestên xwe wekî mertaleke îmanî raspartîye civakê û ji gel xwestiye têkeve bin vê mertalê. Loma jî xema wî ya sereke di vê temayê de hişyarkirina rasteqîn ya alema bêdawî ye.Keywords : Ölüm teması, Ahiret teması, Feqîyê Teyran, Klasik kürt edebiyatı