- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:10 Issue:19
- Folklor: Lêkolînek li ser Pênase, Pêşketin û Têkilîya wê bi Modernîteyê re
Folklor: Lêkolînek li ser Pênase, Pêşketin û Têkilîya wê bi Modernîteyê re
Authors : Hasan Filitoğlu
Pages : 7-15
Doi:10.56491/buydd.1382189
View : 51 | Download : 42
Publication Date : 2024-06-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev gotar behsa pênasekirin, geşepêdan û pêwendîya folklorê bi modernîteyê re dike. Her çiqas folklor bi çanda civakê re girêdayî ye û cureyên vegotinên gelêrî yên wekî çirok, stran, gotinên pêşîyan, nifir û yên din di nava xwe de dihewîne jî, di heman demê de gîyanê miletekî jî îfade dike. Lewre bandora folklorê li ser çanda civakê kûr û cihêreng e. Ew bi guhertina şert û mercên civakî re kirasên xwe diguherîne û bi demê re xwe diguncîne. Pêvajoyên dîrokî yên ku di tevahiya gotarê de hatine vekolîn nîşan didin folklor diyardeyek qewiye û ji ber faktorên wekî nûjenbûn, konjektûrel û danûstendinên di nava gelên ji hev cûda de, pêşketiye û guheriye. Ev gotar tevî ku analîz û pênaseyên der barê folklorê de bihev tof kirîye, balê dikşîne ser wê yekê ku ka folklor di dewrana dîrokê de çawa guherîye, wê bandoreke çawa li modernîteyê kirîye û di çarçoveya çandî de cihê xwe bi çi awayî dihewîne.Keywords : Folklor, Halk Edebiyati, Toplum Bilimi, Milli Ideoloji, Sozlu Sanat