- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Volume:10 Issue:19
- Yekemîn Încîla Kurdiya Kurmancî û Hin Taybetmendiyên wê
Yekemîn Încîla Kurdiya Kurmancî û Hin Taybetmendiyên wê
Authors : İlyas Sayım, M. Zahir Ertekin
Pages : 16-31
Doi:10.56491/buydd.1413575
View : 48 | Download : 55
Publication Date : 2024-06-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Încîl, ji aliyê bawermendên xwe ve wekî metneke pîroz tê hesibandin û bi vê taybetîya xwe di tevahiya dîrokê de bûye bingeha mîsyona teblîxê ya belavker û her wiha ji mêj ve bi gelek zimanên cîhanê hatiye tercumekirin. Hin ziman cara ewil bi wergera Încîlê bûne zimanekî nivîskî û di hin zimanan de her çiqas berê berhemên menzûm hebin jî pexşanên pêşî bi saya wergera metnên pîroz peyda bûne. Tradîsyon û pêvajoya pêşveçûnê ya wergerên Încîlê di her zimanekî de cuda ye û tevkarî, bandor, nîqaş û reaksiyonên cûr bi cûr li hemberî wan, mijarên hêjayî lêkolînê ne. Ji xeynî vê perspektîfa dîrokî û teolojîk, tê dîtin ku Încîl ji ber ku metneke bihecm e, di nav xwe de gelek malzemeyên zimanî dihewîne. Ev taybetî gelek caran ji bo lêkolînên zimannasiyê jî dibin bingeh. Lewra dengnasî, hevoksazî,, watesazîyê, ferhengnasî, wergernasî û gelek qadên din ên lenguîstîkê dikarin li ser metna behskirî usûlên xwe yên taybet tetbîq bikin. Ev xebat li ser metnên Încîlê hatiye kirin û bi serdema Împeratoriya Osmanî û berhemên bi albabeya ermenîkî sînordar e, û di vê çarçoveyê de pêşketina Încîlê ya bi kurmancî hatiye lêkolînkirin. Di xebatê de hin taybetmendiyên zimanî yên ku di nusxeya tam a sala 1872an de tên dîtin, bêyî ku li gorî pîvanên îroyîn ên rêzimana standart bên nirxandin, yanî di dewr û konteksa xwe ya xusûsî de hatine pêşkêş kirin. Ji xeynî vê yekê di derbarê naveroka berhemên din ên ku bi herfên ermenîkî hatine nivîsandin de, û li ser mentiqê lîteratura kurdî ya ku bi alfabeya ermenîkî hatiye afirandin û sedema pêwîstîya metnên bi vî şiklî, agahî hatine dayîn û şirove hatine kirin.Keywords : İncil, Tercüme, Kurmancî, Ermeni Alfabesi